Harry Potter rêzeromana fantazî ye ku ji hêla nivîskara
brîtanî J. K. Rowling ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî
Hermione Granger û
Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber
Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî
Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û
Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike. Di 26ê
hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem
Harry Potter and the Philosopher's Stoneê vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist.
(zêdetir...)