Amadeo Preziosi
Amadeo Preziosi yan Amedeo Preziosi yan jî Kont Amadeo Preziosi (jdb. 2ê kanûna pêşîn 1816 - m. 27ê îlonê 1882) wênesazekî maltî bû. Ew di 2ê kanûna pêşîna 1816an de li bajarê Vallettayê (li girava Maltayê) hatiye dinê. Preziosi di atolyeya wênekarê maltî Giuseppe Hyzler de şagirt bûye û pişt re di École des Beaux Arts a Parîsê de xwendiye. Di sala 1842an de li Stembolê bi cih bû û heta mirina xwe li wir ma.
Ji xeynî wêneyên jiyana adetî ya gel û cih û peysajên rengareng ên Stembolê, Preziosi çend portreyên kurdan jî çêkirin. Wî nîgareyên xwe bi zirîç û hibir xêz dikirin û dû re bi rengên avî dikişandin. Du albûmên wî yên nîgareyên lîtografîk jî hene.
Preziosi wêneyên xwe li Parîs (1858, 1867), London (1863) û Stembolê (1880, 1881) pêşkêş kirin; di sala 1862an de çû Misirê, di 1868-69an de jî çû Romanyayê.
Amadeo Preziosi di encama rûdaneke nêçîrvaniyê a di 27ê îlona 1882an de li Yeşilkoyê miriye û li goristana katolîk a Santo Stefanoyê ya Yeşilkoyê (li Stembolê) hatiye veşartin.
Çavkanî û girêdanên derve
biguhêre- http://ekitap.eyup.bel.tr:9600/sempozyum/eyup01_08_eng/09_ahmet.pdf Girêdana arşîvê 2011-10-03 li ser Wayback Machine (bi înglîzî)
- http://maviboncuk.blogspot.com/2004/06/amadeo-preziosi-1816-1882.html (bi înglîzî)
- http://www.penn.museum/documents/publications/expedition/PDFs/32-1/Micklewright.pdf Girêdana arşîvê 2013-06-26 li ser Wayback Machine (bi înglîzî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |