Mêrdînik
Mêrdînik an Gole (bi tirkî: Göle) navçeyeke Erdêxanê ye. Mêrdînik di sala 1992'yan de bi Erdêxanê ve hatiye girêdan. Navê wê yê Kurdî di sala 1956'an de hatiye qedexekirin. Li başûrê Mêrdînikê Çiyayê Elahûekber (Kopîl), li bakur Erdêxan, li rojhilat Qers û li rojava jî Erzerom dikeve.
Mêrdînik Göle | |
(Mertal) | |
Nexşeya parêzgehê
| |
Kargêrî | |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erdêxan |
Demografî | |
Gelhe | 7.588 (2008) |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 40°48′0″Bk 42°37′0″Rh / 40.80000°Bk 42.61667°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Erdnîgarî
biguhêreRûbera vê bajarokê biçûk, 245.000 m² ye. Li başûrê, Qers û Sarîqamîş, li rojavayê bajarokê Ardanuç û li rojhilatê jî, bajarokê Cilawûzê hene. Bajarokê Gole li girê Mêrdînikê hatiye avabûn. Deşta Mêrdînikê li bakurê navçeyê dikeve. Ji ruyê avê 2.050 m bilind e û rûbera tevahiya navçeyê 1.420 km² ye.
Zozanên pir bilind li herêmê hene, li başûrê Mêrdînikê. Girê Kabak 3.050 m û di sînorê Qersê de ye, Samayat 3.047 m ne çiyayên girîng ên navçeyê ne. Pirraniya gundan li derdora bajarokê ne.
Hejmara niştecihên navendê 10.611 û bi tevî gundan jî 44.703 e. 53 gund girêdayî navçeyê ne. Gundê Qoreveng (bi tirkî navê wê kirine Köprülü) xwedî şaredarî ye. Firehiyê wî 1.420 km², bilindahiya wî jî 2.030 m ye. 81% erdê Mêrdînikê bi daristan e. Mêrdînik kaniya darên çam e. Zivistan li herêmê pirr dirêj û sar, havîn jî kurt û ziha ye.
Avûhewa
biguhêreJi ber bilindbûna ji rûyê avê, klîmaya vir pirr sar e. Di zivistanê termometre hin caran - 30 °C nîşan dide. Meha rezberê (îlon) serma dest pê dike û heta gulanê berdewam e. Stûriya berfê ji metreyekê derbastir dibe. Havînan, germahî di navbera 17 °C û 30 °C de ye.
Taybetiyeke Goleyê ev e ku, bi zivistanê hawirdor pirr bedew dibe û ax pirr berhemdar e. Axa Mêrdînikê, axa bi giranî çernozyûm e, axeke berdar e. Li herêmê şilîl, genim, ceh, koringa û baçîk gelek tên çandin. Ji aliyê ajalên malî ve herêmeke dewlemend e. Sewze (hêşinahî) jî gelek e. 10% ji axa wê daristan e.
Dîrok
biguhêreDîroka herêmê nîşan dide ku ji Hurrî (b.z. 2000) heya îro herêma Kurdan bûye. Hin caran herêm ketiye bin destê Ûrartû (Keyser Sartûr 2, b.z.753), 415 Bîzans, 646 artêşên Ereb-Îslam, 1080 Gurcî, 1414 Mongol, 1512 Osmanî, 1540 Gurcî, 1545 Safewî, 1551 Osmanî, 1878 Ûris, 1915 Fileh. Herêm 30 îlona 1920'an de dikeve bin dagirkeriya Komara Tirkiyê.
Ziman
biguhêreLi herêmê bi zaraveyê kurmancî û pirr hindik jî dimilkî tê axavtin. Herwekî terekeme, azerî, afxanî jî hene kû evana ji hêla osmanî û dûgela Tirk ve hatine anîn.
Aborî
biguhêreÇandinî û aboriya si çewlika (tijî çêlekan / mêşin) navçeyê de ku bi navê Inekhane binavkirine (cihê çêlekan ku lê dihewin) de 1.300 serî ( 700 ji wan mih) tên xwedî kirin.
Hingiv: Li herêmê hingiv jî pirr tên hilberîn. Hilberîna hingivê di salên dawî de destpêkir. Serî de bi awayekê hobî bû lê niha mozhingivî bo aboriya Mêrdînik û Qersê gelek girîng e.
Bazirganî
biguhêreLi bajarokê Goleyê sûka ajalan heye. Gelek kes ji derve jî tên vê bazarê. Cihê bazarê di aboriya navçeyê de berbiçav e.
Aborî li gundekî Goleyê
biguhêreLi gundan çêlek pir in, tên dotin û gundî bi şîrî mast, rûn û penêr çêdikin.
Perwerde
biguhêreDi pirî gund da, dibistanan hene. Li Çayirbaşi dibistanek heye, li navendê Goleyê çar dibistan, dibistaneke bilind û dibistaneke hundermendê (jibo keçan) hene.
Gundên Mêrdînikê (lîste ne temam e)
biguhêreyeni demurkapu
yenidemirkapı
Çavkanî
biguhêre- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).