Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Her wekî ji navê wê jî diyar e, gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê bêjeyan, komek û hevokan bi hev ve girê didin, an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve girê didin.Bo nimûne, dema em dibêjin; Hogir û Evîn xwîşk û birayê hev in., û li vê derê gihanek e û her du navan digihîne hev.Dîsa gava ku em bibêjin; Piling çû malê, lê Zarîfe li bal xaltika xwe ma. îcar peyva dibe gihanek û her du hevokan (Piling çû malê-Zarîfe li bal xaltîka xwe ma) digihîne hev, wan bi hev ve dibestîne.

Dema ku em baş bala xwe bidinê em ê bibînin ku di warê wateyî de di navbera gihaneka û û gihaneka de cudahiyek heye.Gihaneka û ji aliyê wateyî ve tu bandorê li hevokê nake, lê belê gihaneka balê dikişîne ser nakokiyekê.Bi piranî gihanek bi tenê peyv û hevokan bi hev girê nadin, pê re ji aliyê wateyî ve jî wan tekûztir dikin.Çend heb gihanekên sereke yên di kurmancî de ev in:bes, çawa... wisa, jî, her çend... ew çend, çi qas... ew qas, lewre, dibe ku, heke na, nexwe, dema ku, heta ku, hew, mixabin, di ser de jî, ji ber ku, lê, lê belê, û, qet nebe, an... an jî, ango, çi... çi, hem... hem jî û hwd.

  Mînak:
  • Tu kengê têyî tu bi kêfa xwe yî, bes tu were.
  • Tu çi bixwazî, ez ê bidime te, hew zêde galegalê bike.
  • Tu here, dibe ku ew jî li pey te were.
  • Her çend zêde bin, dê ew çend kar bikin.
  • Divê tu zû vegerî, heke na ez ê giliyê te bikim.
  • Şêr şêr e, çi jin çi mêr e.
  • Dema ku tu çûyî,ji min re nameyan bişîne.
  • Ew çû malê, lê belê kes bi xwe re nebir.
  • Piştî ku hat, nema çû.
  • Min tu dîtî, lê mixabin te ez nedîtim.
  • Wî li min xist di ser de jî giliya min li bal bavê min kir.
  • Dayika min ji ber ku karê wê hebû, nehat.
  • Wan agahî nedan me, lewre jî em ketin kemîna neyaran.
  • Tu nehatî, lewma ez jî çûm.
  • Te mala me xira kir, qet nebe dev ji me berde.
  • Tu ji vir diçî, nexwe tu yê biçî dibistanek din.
  • An Zerin an jî Ferzende divê bên alîkariya min.
  • Dimilkî ango zazakî zaraveyekî kurdî ye.
  • Carinan ew tê bal me, carinan jî em diçin serdana wan.
  • Tu him tiştekî nadî mirov him jî fortan dikî.
  • Tu çawa hatî, wusa jî biçe.
  • Her çend te got jî, min ji te bawer nekir.
  • Xalê min çû bajêr, her wiha birayê min jî pê re çû.
  • Çima ku min alîkariya wî kir, ji min xeyidî.
  • Çer ku hat, pirsa te kir.
  • Hate malê, da ku karê xwe bike.
  • Geh ew tê geh ez diçim.
  • Ne ew dixwaze ne jî ez diçim.
  • Her wekî min got, îsal çandinî ne baş bû.
  • Ku zû were, dê bigihêje min.
  • Xwest were, lê belê karê wî zehf bû.
  • Hey tu hatiye, îşev li vir be.
  • Çend caran got ez ê werim, dîsa jî nehat.

Silavên germ ji Mastfiroş. Bi hêviya hin sûd wergitina we, serwextbûna we.

  NODES
Done 1