Hesenê Metê
Hesenê Metê (jdb. 1957, Erxenî, Diyarbekir) nivîskar û novelnivîsekî kurd e.[1] Berhemên wî ji kurdî hatine wergerandin ji bo zazakî, tirkî, swêdî û îngilîzî.
Hesenê Metê | |
---|---|
Jidayikbûn | 1957 (67–68 salî) |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Kariyera nivîskariyê | |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Şêweyê wejêyî | Roman, çîrok |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenigarî
biguhêreHesenê Metê di sala 1957an de li gundê Teiyê yê Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê.[2] Ji ber sedemên malbatî di 11 an 12 saliyê xwe de ji gundê xwe derketiye.[3][4] Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li bajarê Mersinê yê Tirkiyeyê xelas kiriye.[3]
Di geremolên salên 70-80an de ji ber sedemên siyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê de maye.[4] Di dema derbeya sala 1980an de ji welêt derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî pêşmergeya KOMELA Zehmetkêşê Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê, çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûrê pêşmergetî kiriye. Di vê demê de bi pêşmergeyên YNKyê re pîyeseke ku nehatiye weşandin nivîsiye û derxistiye sehneyê, ku ji hêla Celal Talebanî û jina wî Hero Xanim ve hatiye temaşekirin. Vê serpêhatiya xwe di hevpeyvînekê de wisa vegotiye:[3]
“ | ...Tiştekî balkêş bû ji bo min, wek edebî. Ji bo min wekî bîranîneke xweş bû. Aniha reîsê Iraqê jî temaşeya vê tiyatroya min kiriye. Nivîskariya min li vê derê dest pê kir. | ” |
Wî sê sal pêşmergetî kiriye. Pişt re daketiye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye Swêdê.[4]Kengî, di çi salê de? Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî.[5]
Berhem wî
biguhêre- Çîrok
- Smîrnoff, Çîrok, 95 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991. ISBN 91-971254-1-5.
- Ardû, Çîrokên Gelêrî, 173 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991. ISBN 91-971254-4-X.
- Epîlog, Çîrok, 141 r., Weşanên Nûdem, Järfälla, Swêd, 1998. ISBN 91-88592-35-9.
- Tofan, Çîrok, 88 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2000. ISBN 91-89014-76-6.
- Pêsîrên dayê, Çîrok, 130 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2013. ISBN 978-91-86139-74-2.
- Îşev û çîroka dawîn, Çîrok, 90 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2014. ISBN 978-60585387-7-1
- Roman
- Labîrenta cinan, Roman, 197 r., Welat Publishers, Huddinge, Swêd, 1994. ISBN 91-971254-7-4.
- Gotinên Gunehkar, Roman, 151 r., Weşanên Avesta, Stembol, Tirkiye, 2007. ISBN 978-9944-382-33-5.
- Li Dêrê, Roman, 102 r., Weşanên Nûdem, Stembol, Tirkiye, 2011. ISBN 978-60587811-1-5.
- Hefsar, Roman, 94 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2018. ISBN 978-60581608-2-8
- Werger
- Merivên reben, Wergera Бедные люди ya Fyodor Dostoyevskî, 185 r., Weşanên Welat, 1991. ISBN 91-971254-8-2.
- Keça Kapîtan, Wergera Капитанская дочка ya Pûşkîn, 1998.
- Jiyana rastîn, Göran Tunström (werger) Weşanxaneya Apec, 2004
- Berhemên din
- Ansîklopediya Zarokan (Children's Encyclopaedia), bi Amed Tigris, Mehmud Lewendi, Seyidxan Anter, Ali Ciftci, 236 r., Weşanxaneya Apec, Swêd, 2004. ISBN 91-89675-32-0.[1]
- Gername, Weşanxaneya Apec, 2005
Çavkanî
biguhêre- ^ Karahan, Enwer (22 hezîran 2007). "Hesenê Metê: Ez di dojehê de dijîm". NEFEL. Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
- ^ ABDÜLSEMETOĞLU, HALİL (2019). "Zanîngeha Mardîn Artukluyê". HÊMANÊN MÎTOLOJÎK DI ROMANÊN HESENÊ METÊ DE (PDF). Mêrdîn: Zanîngeha Mardîn Artukluyê. r. 46. Ji orîjînalê (PDF) di 26 adar 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 adar 2024.
- ^ a b c "Hesenê METÊ - YouTube". www.youtube.com. 9 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 sibat 2021. Roja gihiştinê 16 adar 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b c Gelîş, Islam. "Labîrenta Cinan". Nûbihar. 16 (119): 34.
- ^ Hesenê Metê: Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e, Hevpeyvîn: 18 Çilê 2019, Kurdistan24
Girêdanên derve
biguhêre- Hesenê Metê: Ez di dojehê de dijîm, Hevpeyvîn: Enwer Karahan, Beşa 1, 22 hezîran 2007, NEFEL
- Hesenê Metê: Ji hevîrê teşta tirkan nan çênabe, Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara, 2002, AVESTA Girêdana arşîvê 2007-10-17 li ser Wayback Machine
- Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da Zülküf Ergün, Anemon Journal of Social Sciences of Mus Alparslan University, 2022 10 (1) 1-19
- Hêmanên Mîtolojîk Di Romanên Hesenê Metê de HALİL ABDÜLSEMETOĞLU, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Mêrdîn 2019
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |