Lêker
Di vê gotarê de ji yekî zêdetir problem hene. Ji kerema xwe re vê gotarê sererast bikin an jî li ser van probleman gotûbêjekê bidin destpêkirin.
|
Rêziman |
Navdêr (substantîv) |
Lêker (verb) |
Rengdêr (adjektîv) |
Daçek (prepozîsyon) |
Cînav (pronav) |
Hoker (adverb) |
Veqetandek |
Jimarnav |
Baneşan |
Gihanek |
Kitêbên rêzimanê |
Zimannasî |
Bêjenasî |
Lîsteya zimannasan |
Lêker anku kirde di rêzimanê de ji bêjeyên ku xebatê, kar û lebatê diyar dikin re tê gotin. Mînak, kirin, rabûn, çûn û hwd.
Lêkerên kurdî
biguhêreLêker (kirin), di nava hevokê de an jî bi serê xwe lebatê nîşan dide. Lêker di nava xwe de du cure ne: xwerû yan nexwerû.[çavkanî hewce ye]
Lêkerên xwerû
biguhêreEv cure lêker ji hêmanekê tenê pek hatine. Dema li gorî dem û kesan neyên kişandin, qertafên raderan digrin.
Mînak: alastin, angaştin, anîn, guvaştin, hatin, lîstin, spartin, qewaztin û hwd.
Dema qertafên raderan bên avetin, rayê lêkeran alast, angaşt, anî, guvaşt, hat, lîst, spart, qewazt bi tenê dimînin û ji wê zedetir nayê parçekirin.
Lêkerên nexwerû
biguhêreLêkerên nexwerû, ji lêkerên xwerû, navdêr û hevalnavan bi alîkariya qertaf, daçek, û lêkerên din têne bidestxistin. Lêkerên nexwerû jî dibin du cure: hevedudanî û pêkhatî.
Lêkerên hevedudanî
biguhêreLêkerên hevedudanî ji çend hêmanên serbixwe pêk hatine. Her hêmanek bi serê xwe xwediyê wateyekê ye. Bi alîkariya lêkera kirin lêkerên hevedudanî yên gerguhêz û bi lêkera bûn jî lêkerên hevedudanî yên negerguhêz têne bidestxistin.
Mînak: olandan, diyar kirin, danzanîn, baş bûn, delal bûn, hêvî şikestîn, sor kirin, top avêtin, bêhn vedan, biryar dan, cihêrengî kirin û hwd.
Lêkerên pêkhatî
biguhêreLêkerên pêkhatî ji lêkereke xwerû û qertafekê pêk tên 1) bi pêşgiran: pêşgirên lêkersaz ev in: ve-: vexwarin, vedan, verisîn; hil-: hildan, hilanîn, hilbijartin; wer-: werkirin, wergirtin; ra-: rakirin, rabûn, radan, rabûrîn; da-: dadan, daketin, daxistin, danîn, ro-: rokirin, rû-, rûniştin, çê-; çêkirin…
Paşgirên lêkerçêker
biguhêreDi kurmancî de bi paşgirên /-în/, /-andin/ lêkerên pêkhatî çêdibin. Ji wan /-în/ lêkerên negerguhêz, /-andin/ jî yên gerguhêz çêdike.
Mînak : Belişandin, belişîn, bihurandin, bihurîn, kelîşandin, kelmişîn, kefandin, mijandi, nalîn, nalandin ...
|
Ji bilî van çend heb paşgirên din jî hene, wekî /-ijîn/, /-ijandin/, /-isîn/, /-isandin/.
Nimûne :
germ germijîn germijandin kel kelijîn kelijandin rep repisîn repisandin
Hin lêkerên din jî guherîne û ketine dirûvê van lêkerên pêkhatî .
Heristin herifîn herifandin lîstin -------- lîstandin
Pêşgirên lêkerçêker
biguhêreHinek qertaf têne ber lêkeran û wateyeke nû li wê lêkerê bar dikin û lêkereke nû pêk tînin.Ev qertafên lêker çêker yên pêşgir ev in : /wer-/, /da-/, /ra-/, /ve-/, /hil-/.
/wer- /
Gerîn wergerîn girtin wergirtin dan werdan pêçan werpêçan guhartin werguhartin
/da-/
dan dadan ketin daketin xistin daxistin weşandin daweşandi n beşandin dabeşandin /ra-/ kirin rakirin bûn rabû n xistin raxistin kişandin rakişandin hejandin rahejandin hiştin rahiştin /ve-/ ev pêşgira tevgera dubarebûnê û ji hev vebûnê dide lêkerê. dan vedan bûn vebûn kirin vekirin girtin vegirtin şuştin veşuştin lîstin velîstin
/hil-/ ev pêşgir bizaveke berbijor dide lêkerê.
Kirin hilkirin anîn hilanîn girtin hilgirtin hatin hilhatin weşandin hilweşandin pekîn hilpekîn
ji bilî vana du pêşgirên din jî hene ku zêde nayên bikaranîn. Ew jî /ro-/ û /çê-/ ne.
Kirin rokirin niştin rûniştin kirin çêkirin bûn çêbûn
tê-,pê-,lê-,jê- dema tên pêş lêkeran wateyeke nû didin wan lêkeran samî tan dibêje ku ne pêşgir in ,daçek in lê hê li ser vê yekê yekkirinek tuneye.
Berdan,beranîn,deranîn,têgihîştin,lênihertin,lêxistin, pêvedan, jêbirin. Hinek lêker jî tevî daçekan têne bikaranîn,bêyî daçekan wateya wan lêkera temam nabe.Lê nihertin,lê dan,pê zanîn, lê xistin
Lêkerên alîkar
biguhêreDi kurmancî de lêkerên alîkar ev in : bûn, kirin, dan , hatin, karîn/şiyan, vîyan/xwestin,zanîn, wêrîn.
Bûn
biguhêreDi pêkanîna hinek deman de kar digre ser xwe.
Mînak :
Zarokên me zû mezin bûn. Ez bi dîtina te kêfxweş bûm. Divê em hinekî bêhnfireh bin.
Çîrokiya dema boriya têdeyî de
Ez çûbûm. Min dîtibû. We nan firotibû.
Di çîrokiya dema boriya dûdar de :
Ez hatibûme. Ew çûbûne. Kulîlk nehatibûye.
Di raweyên daxwzî de jî xwedî erk e.
Heke ez çûbim. Xwezî ew hatibûye. Ezê çûbim.
KIRIN Dema bê ya nêzik de alîkare. Ez dikim herî ba wî. Hevalê erkan dike ku xwe bikuje ji bo kompîturê.
Mi xwîn jê berz kir. Te ji wan pirs kir.
HATIN Lêkerên lebatî bi alîkariya vê lêkerê dibin tebatî.
Ji min re hate gotin. Ji wî tê pirsîn. Dê ji wan were xwestin. Bi navekî din dihat nasîn.
viyan/xwestin
Divê ez werim. Vîyabû me xwestibû.
Ez dixwazim tu herî. Min xwest tu werî.
şiyan/karin
Mirov dikare têrêkirina hêza xwe bi riya van lêkeran dîyar dike.
Ez dişêm wî hevalî bi xwe re bibim. Tu karî aliyê min bikî?
ZANÎN Lêkera zanîn di pêkanîna hevokên hevedudanî de dibe alîkar.
Ez dizanim vî karî bikim.
WÊRIN
Di hevokên ku ev lêker hatiye bikaranîn de hem lêkera wêrîn hem jî lêkera bingehîn li gorî kes û cîh têne kişandin u kesandin.
Ez diwêrim herim ber wan.
Di lêkeran de avanî
biguhêreAvanî ev tişt e ku avasaziya lêkeran nîşan dide.di tirkîde jê re çati tê gotin.di zaravayê kurmancî de ji aliyê avaniyê ve lêker dibin pênc bir : Gerguhêz-Negerguhêz, Lebatî-Tebatî û dançêker .
Gerguhêzî û negerguhêzî
biguhêreGerguhêzî û negerguhêzî li gorî bireser dîyar dibe.Heke lêkerek bi bireser be ,ew lêker gerguhêz e, lê heke bê bireser be negerguhêz e.di kurmancî de bireser û kirde bi riya tewangê ji hev têne veqetandin.di hevokê de dema mirov ji lêkerê pirsa çi bike,heke bersiv ji kirde cudatir be, ew lêker gerguhêz e,heke bersiva pirsa çi dîsa li kirde vegere,ew lêker negerguhêz e. Mînak :
Me şîv xwar. Kê çi xwar. Me şîv xwar. Ji vê yekê diyar e lêkera xwarin gerguhêz e.
Bêrîvan ji dibistanê hat. Kî ji dibistanê hat? Bêrîvan hat. Çi hat? Bêrîvan. Lewre jî ev lêker negerguhêz e.
Lêkerên hevedudanî ku bî alîkariya /kirin/ pêk hatine gerguhêz in, ên ku bi lêkera /bûn/ pêk hatine, negerguhêz in.
Mînak : Ez ji bo xebatê amade bûm .Kî ji bo xwendinê amade bû?Ez amade bûm.(negerguhêz) Wê lawik amade kir. Kê amade kir? Wê lawik amade kir.(gerguhêz) Di lêkerên pêk hatî de paşgira /-în/ lêkerên negerguhêz , paşgira /-andin/ jî lêkerên gerguhêz pêk tîne.
LEBATÎ Û TEBATÎ
Dema ku yek rasterast karekî bike, lêkera wî karî lêkereke lebatî ye. Mînak : Min nan xwar. Lêkera xwarin lebatî ye. Tê de kirde dîyar e. Lê dema ku mirov bibêje : Nan hate xwarin. Di vir de kirde ne dîyar e. Di vê hevokê de karê ku tê kirin ango bireser li pêş e. Lêkerên tebatî bi alîkariya lêkera hatin tên bidestxistin.
Mînak :
Lebatî :Min kevir avêt. Tebatê : Kevir hate avêtin.
Avaniya lêkerên tebatî bi lêkerên gerguhêz tên çêkirin. Mînak : Çûk hate firîn.divê pêşî mirov lêker bike gerguhêz,piştre bike tebatî. Çûk hate firandin.
AVANÎYA DANÇÊKER Dema mirov karekî bi yekî din bide kirin , divê mirov avaniya dançêker bi kar bîne.Avaniya dançêker bi alîkariya lêkera /dan-/ tê pê. Mînak : Bozo xanî da çêkirin. Zînê kinc dan şûştin. Yên desthilatdar in mûxalîfan didin kuştin.
Di zimanê gelêrî de avaniya dan çêker bi awayekî din jî tên çêkirin. Wan ew bi kuştin da.
Li aliyê din lêkerên gerguhêz bi paşgira /-andin/ dibe dançêker; lîstandin, axivandin, nijandin...
RAYÊN LÊKERAN
Di kurmancî de lêker wekî rader têne bilêvkirin û di hevokê de ev awayê raderî wekî navdêr têne bikaranîn.Di kurdî de du cure rayên lêkeran hene; raya dema borî û raya dema niha.
RAYA DEMA BORÎ
Raya dema borî ya lêkeran , dema ku ji lêkeran qertafên raderîn têne avêtin, tê bidestxistin. Raya dema borî ya lêkeran dema boriya têdeyî nîşan dide.
Mînak :
Lêker raya dema borî alastin alast anîn anî guhartin guhart hiştin hişt pêçan pêça stran stra mijiyan mijî kirîn kirî reviyan revîya kişandin kişand qelişandin qelişand
Raya dema niha
biguhêreEv li gorî her lêkerê diguhere.pişti ku lêkerek li gorî dema niha hate kişandin û qertafên dem û kesan hatin avêtin, tişte ku li holê dimîne raya dema niha ye.
Mînak : Lêker raya dema niha
alastin di-alês-e anîn di-hîn-e avêtin di-avêj-e hejmartin di-hejmêr-e gerîn di-ger-e mijîn di-mij-e şewitîn di-şewit-e gerandin di-gerîn-e rijandin di-rijî-ne firandin di-firîn-e
Rayên ku dibin paşgir
biguhêreHer wekî ji hin mînakên li jor jî tên dîtin,raya dema niha ya hin lêkeran wekî paşgir tên bikaranîn. Her wiha hin caran bi xwe paşgiran digire û peyveke nû tîne.