Remezan Alan
Remezan Alan nivîskar û akademîsyenê kurd e.
Remezan Alan | |
---|---|
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 1968an de li Şêrwana Sêrtê hatiye dinyayê. Beşa Edebiyat û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Di 2013an de li ser Ziman û Çanda Kurdî mastera xwe li Zanîngeha Artukluyê kir. Di gelek kovarên bi kurdî û tirkî de li ser folklor, teoriya edebiyatê û edebiyata kurdî rexne, lêkolîn û ceribandinên wî weşîyane. Li Enstîtûya Zimanên Zîndî ya Zanîngeha Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mamostetî kir her wiha di beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî de dersên edebiyata kurdî ya modern, rexneya edebî, vegotinnasî û edebiyata berawirdî da. Romana wî ya yekem Saturn di 2002an de hate weşandin. [1]
Alan vê gavê li Zanîngeha Zaxoyê di Kolêja Edêb de li ser edebiyata kurdî doktorayê dixwîne.
Berhem
biguhêre- Saturn, roman, Weşanên Avestayê, 2002
- Bendname, li ser ruhê edebiyatekê, rexne, ceribandin, Weşanên Avestayê, 2009
- Folklor û Roman, li dor texeyyulen berê rêçên îroyîn, rexne, Weşanên Peywendê, 2013
- Tîr û Armanc, rexne li gel Ergin Öpengin, Weşanên Peywendê, 2014
- Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, rexne, Weşanên Peywendê, 2019
- Keşkûl, rexne, Stenbol, Weşanên Peywendê, 2019
Girêdanên derve
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Alan, Remezan (2015). Destpêkek Ji Bo Zanista Edebiyata Modern. Stenbol: Weşanên Peywend. ISBN 978-605-84345-3-0.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |