Rojî Kurd, anku Roja Kurd, kovareke kurdan a bi kurdî û tirkî bû.

Hejmara pêşîn a Rojî Kurd ku di sala 1913an de li Stembolê derket.

Kovara Rojî Kurd di sala 1913'an de li Stenbolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtiyaz û mudîrê wê yê mesûl: Evdilkerîmê Silêmaniyê bû. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatiye nivîsîn: "Şimdilik ayda bir neşr olunur" (Nika mehê carekê derdikeve). Li ser bergê hejmara pêşîn a kovarê wêneyê Selahedînê Eyûbî, li ser hejmara diduyan wêneyê Kerîmxanê Zend, li ser ya sisêyan wêneyê Huseyin Ken'an Paşayê Bedirxanî (1857-1913, kurê Mîr Bedirxan bû, li girava Kretayê ji dayik bûye) û li ser ya çaran jî rismê bajarê Erzerûmê hebû.

Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji aliyê Cemal Xeznedar ve, di 1981'ê de li Bexdayê ji nû ve wek cild hatin çapkirin. Pişt re di 2005'an de Ebdulla Zengene, li Silêmaniyê her çar hejmar bi hev re çap kirin.

Her hejmareke wê 32 rûpel bû. Ebada wê (li gor çapa nû): 24,2x17 cm bû.

Rojî Kurd, organa Civata Telebeyên Kurdan Hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemiyet jî di 1912'an de li Stembolê hatiye damezrandin.

Kovara Rojî Kurd zêde dewam nekiriye hetanî çar hejmaran derketiye dûre kovar hatiye rawestandin, lê li şûna wê kovara Hetawî Kurd dest bi weşanê kir.

Hejmarên Rojî Kurd

biguhêre

Tarîxa derketina her çar hejmaran weha ye:

  1. 6 Xizîran 1329 / 14 Receb 1331/1913
  2. 6 Tîrmeh 1329 / 14 Şaban 1331/1913
  3. 1 Tebax 1329 / 11 Remezan 1331/1913
  4. 30 Tebax 1329 / 1913

Bo zêdetir agahdarî binêre

biguhêre
  • Malmîsanij û Mahmûd Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1981), cild-1, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1989, r: 53-57
  • Ebdulla Zengene, Rojî Kurd, (1913 Estemûl). Govarî Civatî Hêvîy Qutabyanî Kurd, Binkey Jîn, Silêmanî 2005

Çavkanî

biguhêre
  • Mahmud Lewendî (2006). Yekem çîroka modern a kurdî. Malpera Amîda Kurd, 7 îlon 2006.
  • Rojî Kurd 1913 (2002). Weşanên War, Stembol.


  NODES