Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jehr jehr
Îzafe jehra jehrên
Çemandî jehrê jehran
Nîşandera çemandî jehrê wan jehran
Bangkirin jehrê jehrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jehrek jehrin
Îzafe jehreke jehrine
Çemandî jehrekê jehrinan
 
Nîşana li ser amanên ku jehr tê de heye.

jehr

  1. maddeyê dikare mirovî nesax bike yan bikuje ger bikeve leşî bu mînak
    • Îlan misalê ser li mil
      Kuştîn û jehr avête dil
      Hêj kuştiyên remza berê
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • Di dawiyê de keçik jehrê dixwe, dimire. — (Rohat AlakomFolklor û jinên kurd, Weşanxaneya Nefel2002)
    • Gava ko cewaba mirina Heso ji min re were, ezê fincanekî jehrî wexwim. — (Salihê KevirbirîFilîtê Quto, Weşanxaneya Nefel2002)
    • - Hela hiş be lo, jehr di nava peran de be. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Huseyîn Qulixan pirsê diketin ku Mîr 'Eli tu ji boyê çi hatî, min tu virêkirî ku her dayîm di xizmeta paşayê da bibî û bimîni? Icarê Mîr 'Elî dibêjitin ku, Xan te ez virêkirime nêva tayfeyekê ku wucûda wan bi xwe derd û bela ne, mirin û kuştin ji wan peyda dibitin, ew xelqê û 'ibadullahê dikujin û rencîde dikin, bedena wan bi xwe jehrî ye, nexweşî û jehr dê bi jeherê çi biketin, hal û hikayeta Ishaq Paşayê û ehalêd Kurdistanê eve ye û ez penç mehan di nêva wan danê sakin bûm, esla yek ji wan muhtacê 'ilacê nebûn û axirê jî min dît ku ewan ew zadêd weko jehrê xwarin, dîsanê li wucúda wan tesîr nekirin, êdî min zanî ku betal e, ez hatim. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 11em, r. 113, ISBN 978-605-5683-27-6)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Pîrepend

biguhêre
  • Namûs ji mêr re jehrji mêr re
  • Bejn şehr e, dil jehr e
  • jehra Silêmanî vexwerin
  • ji rûyê yekî jehr barîn
  • Bi jehrê pingihîn

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî ژه‌هر(jehr), kelhurî jyer, parsî jehr, farisî زهر(zehr), farisiya navîn zehr, avestayî cethre-, ji proto-hindûewropî *gʷhntro- (kujer, kujek) ji *gʷhen- (lê dan, kuştin) ku herwiha serekaniya peyva bi maneya "lê dan" yan "kuştin" ya gelek zimanan e: avestayî 𐬘𐬀𐬌𐬥𐬙𐬌 (ceynti-), sanskrîtî हन्ति (hanti, heynti-), ermeniya kevn գան (gan), yûnaniya kevn θείνω (theínō, theinō) û φόνος (fónos), latînî of-fendō, sirbî/xirwatî žeti/ жети, lîtwanî genėti... Binere jenîn. Zehir ya tirkî ji zimanekî îranî ye.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
  NODES