Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pêdivî pêdivîtir herî pêdivî
pêdivîtirîn

pêdivî

  1. Tiştê ku divê bê kirin yan hebe.
    Ma pêdivî ye ez jî bêm?
    Pêdivî bû me hê hingê zanîba ku ew derewan dike.
  2. muhtac

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

(bi wê/wî) + diviya (vîn). "Pêtvî" eslen "pê-divî" ye lê ji ber di devoka behdînî de - ku ev peyv lê li kar e - "di-" bi pirranî wek "t" yan "it" tê gotin (ez dikim= ez-it-kim"), "pêdivî" jî bûye "pê-t-vî". "Divî" jî kurtkirina "di-viya" ye anku "pê-viyayî".

Di soranî de jî heman peyv wek "pêwîst" heye ku ji "pê" (bi wê) + "wîst" (ku rehê dema borî ji lêkera "wîstin" e ku maneya "xwestin" yan "vîn, viyan" ya kurmancî dide).

Seyr û sosret e ku çima di herdu zaravayan de jî bi rengdêrê re forma dema borî (di kurmancî de boriya berdewam "di-viya" û di soranî de boriya sade "wîst") hatiye bikaranîn û ne partîsîpa borî wek "hezkirî, hebandî, bijandî, evandî, viyayî, xwestî". Eger partîsîpa dema borî hatibûya bikaranîn, ew peyv ê wiha bûna: pêviyayî û pêwîstû.

Bi heman awayî xweştivî ya kurmancî û xoşewîst ya soranî jî hatine çêkirin.

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêdivî pêdivî
Îzafe pêdiviya pêdiviyên
Çemandî pêdiviyê pêdiviyan
Nîşandera çemandî pêdiviyê wan pêdiviyan
Bangkirin pêdiviyê pêdiviyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêdiviyek pêdiviyin
Îzafe pêdiviyeke pêdiviyine
Çemandî pêdiviyekê pêdiviyinan

pêdivî

  1. pêdivîtî, pêwîstî:
    Pêdiviya me bi wan heye.
  NODES