Baneşan

biguhêre
 
Mirov gelek car bi gulan spasiyên xwe pêşkêş dikin.

spas

  1. Peyvek şîrîn kesek ji ber qenciya kesek din dibêje.
    Hevmane: memnûn, teşekur, şikir, Xwedê ji te razî be, malava, mala te ava, her bijî, sax bî, Xwedê xêra te binivîse, Xwedê te bihêle, sihetxweş, destxweş
    • Memduh Selîm Beg; por û simbêlên şehkirî, rîhê xweşkurkirî, kincên reş û nû, pêlavên reş û spehî, saeteke zendan a zîvîn û spas, spas, spas. Spas ji Yezdanê mezin re, ji dinya û jiyana xweşik re, ji heval û dostan re, ji "Bavo", bavê Xezalê re... spas. — (Mehmed UzunSiya EvînêWêşanxana Orfeus1989)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha farisiya navîn spas (xizmet), sogdî [skrîpt hewce ye] (spasak, xulam), avestayî 𐬯𐬞𐬀𐬯𐬫𐬈𐬌𐬙𐬌(spesyêyti, çavdêrî kirin), sanskrîtî पश्यति (páśyati, temaşe kirin), hemû ji proto-hindûewropî *speḱ- (nêrîn, temaşe kirin) ku herwiha serekaniya σκέπτομαι (spektomay, lê nerîn) ya yûnaniya kevn û specio (lê nerîn, temaşe kirin) ya latînî ye. սպաս (spas, xizmet) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. Anku wateya destpêkê ya peyvê ji "lênerînê" bûye "xizmet" û taliyê jî bûye minetdariya ji ber xizmetê. Bo veguherîna maneyekê ji "lênerînê" bo "xizmetkirinê" peyvên îngilîzî wait (li bendê man) ûwaiter (xwaringêrr, garson) bide ber hev. Jixwe di kurdî de jî peyvên ezxulam û ezbenî bi mebesta minetdariyê tên bikaranîn.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
  NODES