Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xezîne xezîne
Îzafe xezîneya
xezîna
xezîneyên
xezînên
Çemandî xezîne
xezînê
xezîneyan
xezînan
Nîşandera çemandî xezîne
xezînê
wan xezîneyan
wan xezînan
Bangkirin xezîne
xezînê
xezîneyino
xezînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xezîneyek
xezînek
xezîneyin
xezînin
Îzafe xezîneyeke
xezîneke
xezîneyine
xezînine
Çemandî xezîneyekê
xezîne
xezîneyinan
xezîninan
 
xezîneyek

xezîne

  1. gencîne, kenz, defîne, komeke zêran yan tiştên din yên bihagiran
    Xezîneyek zêr û zîvan ya di bin axê ve veşartî hatiye dîtin.
  2. maliyeta dewletê
  3. wezareta darayî
  4. gencîne, defîne, her tişta/ê ku gelek tişt tê de hene yan bi tiştekî zengîn e:
    Ferheng xezîneyên peyvan in.
    Dapîra min xezîneya çîrokan e.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Lew melek hatin ji bo wî sacidîn
    xezîne ew ji bo durra yetîm
    Daniye pişta wî ew Nûra 'Ezîm
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî خزينة(xezînet), ew bi xwe ji zimanên îranî, bide ber farisî گنج‎ (genc: xezîne) û گنجینه(gencînê) (gencîne)), partî 𐫃𐫗𐫉 (gnz, /genc/), pehlewî 𐯋𐮲𐮵𐮿‎ (genc), osetiya dîgorî гъӕздӕ (ǧæzdæ: dewlemendî), sogdî 𐼷𐼵𐼻‎ (y'zn).

Heman peyv li aliyekî yekser ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên Rojhilata Navîn û li aliyê din jî bi forma erebîkirî li dinyayê belav bûye: ermenî գանձ (ganj), gurcî განძი (ganji), sanskrîtî गञ्ज (gañja, yûnaniya kevn γάζα (gáza), latînî gaza, akadî 𒋡𒀭𒍝 (ka₄-an-za), 𒋡𒅔𒍝𒌝 (ka₄-in-za-um), 𒃷𒍝𒌝 (kán-za-um), aramî ܓܙܐ (gezza), îbrî גנז (gênz), erebî كنز‎ (kenz) û bi rêya erebî spanî alcancía, portugalî alcanzia, gurcî ხაზინ (xazin), ermeniya navîn խազնայ (xaznay) û խազինայ (xazinay), farisî خزینه‎ (xezînê), tirkî hazîne, azerî xəzinə, tirkmenistanî hazyna, sirbo-xirwatî hȁzna / ха̏зна, rûsî казна (kazna)...

Heman peyv bi rêya zimanên ewropî (bo nimûne îtalî gazetta û fransî gazette) serekaniya peyva tirkî gazete (rojname, "xezîneya nivîsan") ye ku wek qezete, qezte ketiye kurdiya devkî jî.

Ji eynî rehî herwiha: gencîne, xwençe, kanza.

Çavkanî:
  • Abaev, V.I.: (1958–1995): ИСТОРИКО-ЭТИМОЛОГИЧЕСКИЙ СЛОВАРЬ ОСЕТИНСКОГО ЯЗЫКА [Ferhenga dîrokî-etîmolojîkî ya zimanê osetî] (bi rûsî), 4 cild û fihrist.
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Hinz, Walther (1975): Altiranisches Sprachgut der Nebenüberlieferungen [Peyvên îraniya kevn di mîrasên din de] (Göttinger Orientforschungen, Reihe III, Iranica; 3) (bi almanî), Wiesbaden.
  • Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
  • Schmitt, Rüdiger (1989): Compendium Linguarum Iranicarum‎, Wiesbaden: Reichert Verlag
  • Tavernier, Jan (2007): Iranica in the Achaemenid Period (ca. 550-330 B.C.): Lexicon of Old Iranian Proper Names and Loanwords, Attested in Non-Iranian Texts, Peeters Publishers.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

  NODES
chat 3