Bilêvkirin

biguhêre
xwendin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -xwîn-
RP.
Niha
ez dixwînim
tu dixwînî
ew dixwîne
em, hûn, ew dixwînin
Fermanî Yekjimar bixwîne
Pirjimar bixwînin
Rehê dema borî: -xwend-
RP.
Boriya
sade
min xwend
te xwend
wê/wî xwend
me, we, wan xwend
Formên din:  Tewandin:xwendin
 
Du kes pirtûkekê dixwînin.

xwendin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Herfên nivîsî bi deng yan di dilê xwe de gotin.
    Ez vê pirtûkê dixwînim.
  2. Xwe fêr kirin.
    Wî fransî xwendiye.
    • Min Quran û heft çîrokên wê, pirtûkên gir yên zanayên mezin xwendine; min ilmê stêrkan xwendiye; min gotinên şaîran xwendine. Bi kurtî: Min wisa bi zanabûn û daxwaz ilim xwendiye ku ez bi rehetî dikarim bêjim, ez ji hevdemên xwe xwendetirim. — (Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)
  3. Li fêrgehekê wek ders hebûn.
    Em li dibistanê kurdî, dîrokê, matematîkê û biyolojiyê dixwînin.
  4. Stirîn, stiran gotin.
    Bilbil li ser sorgulan dixwînin.
  5. wîçîn, wîtîn, fîtîn ji bo firende, teyr û tûran û kêzikan

Ji wêjeya klasîk

biguhêre

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *swen- (deng dan, deng jê hatin; gazî kirin), proto-îranî *hwen, avestayî: xven-, partî: xw'n-, pehlewî: xw'n-, sogdî: xw'n-, farisî: خواندن‎ (xvanden - rehê dema niha -xan-), osetî: xwinîn, belûçî: wan-, kurmancî: xwendin /-xwîn-, soranî: خوێندن(xwêndin) (xwêndin - rehê dema niha -xwên-), hewramî: wanay / -wan-, zazakî: wendene (rehê dema niha -wen-), sanskrîtî: sveneti- (deng dan, deng jê hatin), latînî: sonus, sound, sonic (deng), almanî: Schwan ( - ji ber dengê xwe), îngilîzî: swan (qû)

Çavkanî:

Bi zaravayên din

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwendin xwendin
Îzafe xwendina xwendinên
Çemandî xwendinê xwendinan
Nîşandera çemandî xwendinê wan xwendinan
Bangkirin xwendinê xwendinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwendinek xwendinin
Îzafe xwendineke xwendinine
Çemandî xwendinekê xwendininan

xwendin

  1. Gotina tiştên nivîsandî bi deng yan di dilê xwe de.
    Xwendina kitêban.
    Xwendina qanûnê.
  2. perwerde, talîm, terbiyet
  NODES