Siyehçal yan jî Çala Reş bi Înglîzî "Black hole" Objêkteka Astronomî ye, ku di derdor û Navenda wê çi Tişt nikare xwe ragire yan jî jê xelas bibe! Her çend Wateya Navê Siyehçal Çal yan jî Bîra-Reş e, lê ew bi xwe ne Çale, belkû Zêdemayê Stêrên mirî ye! Her Stêrek wê rojekê bimire û ev yêk bi Teqînekê pir bi hêz çêdibe, lê pêwist nake em bitirsin, ji ber ku Teqîna Pergala Rojê di 5,5-Milliard Salan de çêdibe! Siyehçal ji Stêrên gelek mezin çêbûye, kû piştî teqîn yan jî mirina van Stêran Ew ew qas tên prêss kirin kû êdî ew zêde nayên givişandin û ew keps dibin. Hêza Rakêş (bi Înglîzî Gravitation) a Sîyehçalan ew qas xorte kû heta Ronahî jî nikare xwe jê xelas bike û têda wenda dibe, ji ber wê jî Navê wan Siyehçal e. Sîyehçal ne tene Ronahî belkû her tişt û her Matêrîyek kû nêzî wê bibe bi alîyê xwe dikêşe û nav xwe wenda dike û Hêza wê ew qas xorte, kû dikare Stêran bi saxî bixwe! Lê pêwist nake em ji Siyehçalan bitirsin, ji ber ku di nêzê Erd û Pergala Roja me de Sîyehçal tune ne!

Çala Reş

Çala Reşa pêşî ko hate naskirin bi navê Cygnus X-1 bû, û di Birca Qû (Swan constellation) de bû, ew kaniya tîrêjên Rontgen bû. Dema ko cihê vê Çala Reş bi serestî (exact) hate naskirin, xuya bû ko hevalpişkekê vê kaniya tîrêjên Rontgen jî heye, û ew jî superbertelaşekî şînî mezin bû. Şîtelkirineke şebengbînî (spectroscopic analysis) hişkere dike, ko ew superbertelaş di çerxeke hêkeyî (elliptic orbit) de li dora heyberekî veşartî dizîvire.

Zîrevanî du tiştan didine xuyakirin:

biguhêre

Ya pêşî: Ji bo ko stêrek bi baristeke mezin weke ya superbertelaşê şîn bê kilkirin, dive ko barista heyberê veşartî bi xwe jî gelekî mezin be.

Ya diduyan: Ji bo ko tîrêjên Rontgen biweşin, dive tawdana (acceleration) gazên ko heyberê veşartî ji superbertelaşê şîn dimije, nêzîkî xurtbûna ronahiyê bibe.

Stephen Hawking û Çalên Reş

biguhêre

Di sala 1974'an de Stephen Hawking modelek pêşkêş kir û tê de diyar kir ko Çalên Reş bi xwe jî dihêlin hin parçek (particle) ji Çala Reş li nav gerdûnê belav bibin. Ev diyarde (phenomenon) bi tîrêjên Hawking tê naskirin. Bi vê yekê Çala Reş beşekî ji barsta xwe ji dest dide. Ev diyarde berdewam dike, ta ko Çala Reş bi pejiqandineke pir mezin ya ji tîrêjên gama, biteqe.

Va ye ez li jêr delîlên li ser rastiya hebûna Çalên Reş li ber we dideynim:

  1. Li ezmên tîrêjên Rontgen ji xalên ko nayêne dîtin, têne weşandin û ew tîrêj hatine pîvandin.
  1. Mirov dibîne çawa stêrên mezin li dor xalên veşartî ditewtihin.
  1. Mirov dibîne çawa tîrêjên gama yên bi hêz ji ezmên dipijiqin.
  1. Hatiye dîtin çawa gaz ji stêran dipijiqin û di çerxekê de li dora heyberekî veşartî dizîzikin.
  1. Dîtaneya Rêjeyîtî ya Gelemper (Theory of General Relativity) hebûna Çala Reş girîman dike (presuppose).

Çi dikare li dijî hebûna Çala Reş hebe?

biguhêre
  1. Zanînên me li ser Çalên Reş li ser modelan hatine avakirin û ne ji zîrevaniyên azmûnî ji hundurê Çalên Reş in. Bêne ber çavên xwe, eger kêmasî di modelên me de hebin, eger haya me jê nebe ko hemû diyardeyên hatine zêrevanîkirin, bikaribin bi awayekî din li ser bingeha fîzyayeke din, ya ko haya me jê nîne, bêne ravekirin.
  1. Pejirandina me li ser bingeha, ko gerdûn li her derî wilo ye, weke ko ji me ve tê dîtin, hatiye avakirin û ji ber wê qanûnên me yên fîzyayî li her cihê gerdûna naskirî pêk tên. Lê bêne ber çavên xwe eger em şaş bin? Çi diqewime eger gerdûn li her cihî ne weke hev e û eger hin herêmên gerdûnê li gor hin qanûnên xwezayî yên cuda ve tê ajotin, yên ko haya me jê nîne.[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Daniel Mena, Swêd Netkurd.com Girêdana arşîvê 2012-05-31 li ser Wayback Machine, amadekar: Zagrosê Hajo
  NODES
Done 1
orte 2