Dev, dem (bi latînî: os) di anatomiya laşê mirov de, endamekî Sîstema herisê an hezmê ye ku bi riya wê mirov û caneweran xwarinê dixwin û avê vedixwin.[1] Xwarinê pê di cûyê. Cûtin, di dev de deme ku bi diran re dibe û hûrkirin bi xwarinê re dibe, hingî ew lîka di deme me de ku weke enzîma hezmê ya, bi wê re bi cûtine re rewşeka bi pergalî di dev de tê holê.

Devê mirov
Ferhengoka kurdî-îngilîzî:
− Valahiya difinî(lûtekelên) (Nasal Cavity)
− Esmanê dev (Palate)
− Valahiya devî (Oral Cavity)
Lêv (Lips)
− Çene (Jaw)
Ziman (Tongue)
Gewrî (Pharynx)
Zimanê kirkirokê (Epiglottis)
− Devê girrikê (Larynx opening into pharynx)
Qirrik (Larynx)
Sorîçik (Esophagus)
Devê mêyek girtî
Latînî os, cavitas oralis
Demara xwînber Xwînbera serekî ya dêv

Erk û karê devê mirovî

biguhêre

Erka giştî ya dêv xwarin e, ku bi rêya diranan dicû, û mirov bi dêv dipeyive û deng dertîne - bi rêya zimên. Di Dawiyê de me zanî ku erkên dêv peyvîn, dengkirin, xwarin, vexwarin, ramûsandin û rûdemên rûyê mirov dide.

Anatomiya devê mirovî

biguhêre

Dev, herdu aliyên wê yên ji hestî vala ji wan re aloq tê gotin. Di hindirê dêv de ziman heye. Ji wî zimanê mirovî re zimanê mezin tê gotin. Lê ji zimanê mezin wirdetir di devê qirika mirovî de zimankê biçûk(zimanok) jî heye. Hem zimanê mezin û hem jî zimankê biçûk, her yekî li gor xwe karek di laşî de heye.

Pêkhatiyê dêv

biguhêre

Dev di anatomiya mirov de parçeyê yekem ê koendamê hersê ye. Ji valahiya pêş a dêv (bi latînî: vestibulum oris) û valahiya dêv a rastîn (cavitas oris propria) pêk tê. [2]

Herwiha binêre

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Human Biology and Health. Englewood Cliffs, New Jersey, USA: Prentice Hall. 1993. ISBN 0-13-981176-1. {{cite book}}: Ev parametre |authors= êdî nayê bikaranîn (alîkarî)
  2. ^ Aumüller, Gerhard; û yên din. (Aumüller, G.; Aust, G.; Engele, J.; Kirsch, J.; Maio, G; Mayerhofer, A.; Mense, S.; Reißig, D.; Salvetter, J.; Schmidt, W.; Schmitz, F.; Schulte, Spanel-Borowski, K.; Wennemuth, G.; Wolff, W.; Wurzinger, L.; Zilch, H.) (28'ê rezbera 2723'an (yan jî 20'ê çiriya pêşîn a 2023'an)). Duale Reihe Anatomie (bi almanî). Thieme. r. 1003. ISBN 9783132435025. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |sal= (alîkarî)

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: dev – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
  NODES