Felsefeya Yewnan
Felsefeya Yewnanî serdema felsefeya kevnare ya Grekî-Romanî ji sedsala 6an (nêzîkî 585)ê berî Îsa dest pê dike û heya sedsala 6an ya piştî Îsa didomîne. Ew jî bi gelemperî li ser sê serdman tê parvekirin: serdema berî Sokrat, serdema Platon û Arîstotelês û serdema piştî Arîstotelês yan jî ya helenîstî. Peryodekî çaremîn jî heye ku Platoniya Nû û fîlozofên xiristîyan yên antîka dereng jî digire nav xwe. Bêguman girîngtirîn fîlozofên kevnare yên antîkê yên tesîrdar Platon û Arîstotelês ne û bi taybetî jî Platon hîmdarê felsefeya rojava tê dîtin.
Bêhtirîn tiştên felsefeya kevnare ya rojava li ser wê ye ku bingeh û prensîpê sazkirin/sazbûn û tevgera cîhan û gerdûnê fêhm bike û pêşveçûna riya aborî, gelşên epîstemolojî/teorîya zanînê û kêmpeydayên cuda bigihîne hev û xwezaya gerdûnê bi îmkanên çê yên pêkanînê û bi zanîneke eseyî biguhêre. Herweha pirsên li ser tiştan ku bi bihîstinê tê nayêgihîştin, mîna hejmar, hêman, tiştên giştî yên objektiv.
Tê gotin ku Sokratês insiyatîfgirê xebata zêde û kolbûna li ser tiştên mirovhizî bûye, ji bilî lêkolînên ku li ser nimûneyên devçengîyê, li ser sedemên xwezaya jîyaneke çê û hêjayîya fahman û ilmê cehd û xebatê, kirîye. Herweha ji bo pêşveçûna têgeha maf û dadê û pêwendîyên wê bi sazûmanên cihê yên sîyasî ve, jî xebitîye.
Fîlozofên wê serdema dêrîn ên navdar
biguhêreBinêre
biguhêreEv gotara têkildarî felsefeyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |