Kronos

di mîtolojiya Yewnanî da avakarê wextê

Kronos (bi yewnaniya kevn: Κρόνος, lat. Krónos) Titanek bû li mîtolojiya Yewnanistana kevnare. Li gorî mîtolojiya yewnanî Kronos yek ji Tîtanan û kurê Gaîa û Ûranos bû. Xwişka xwe Rea yê ra zewicî. Bavê Zeus, Hadês, Posîdon, Hêra, Hestîa, Dêmêtêrê bû. Di Mîtolojiya romayî de wek Saturnus hat naskirin. Li gor mîtolojiya yewnanî Kronos wextê afirandiye.

Kronos
Κρόνος
Kronos, xwedawendekî Yewnanistana kevnare
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sembol
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
XanedanRea Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Saturnus, Satûrn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çavkanîya Mîta Kronosê

biguhêre

Piştî lêkolînên di nav Mîtolojiya Mezopotamyayê û Mîtolojiyên Anatolyayê de hat çêkirin, derheqê mîta Kronos an go Saturnusê rastiyeke eşkere bû ku çavkaniya Kronosê ne Ewropayê de bû. Kronos yekkirina kesayetên di nav mîtolojiyên din pêk hatibû. Tê zanîn ku qurmê mîta Kronosê pir kevn e. Wekhev û hevşîba wî di nav baweriyên şaristaniyan Sumer, Babîl, Hîtît û Fînîkyayê jî tê dîtin. Di wê awayê de taybetiya herî girîng ew e ku Kronosê nifşa pêşiya xwe qedandiye û nifşa pê wî hatiye jî, desthilatdarîya wî xilas kirine.

Kronos desthilatdarê sê nifşên xwedawendan yên navberê ye. Nifşa yekem yên Ûranosê nifşa duyem Kronosê nifşa sêyem jî yên Zeusê ye. Tê dîtin ku her nifş, nifşa pêşiya xwe diqedîne û paşê dibe desthilatdar. Ev bawerî di nav mîtolojiyên din ve jî cih girtiye jî ber vê yekê çavkaniya mitosa Kronosê, ne baweriyên yewnanî yên kevnar e.

Mitosa Kronosê jî baweriyên rojhelata navîn hatiye ketiye di nav mîtolojiya yewnanî, li wir jî wekî pirekî derbasî mîtolojiya romayî bûye bi navê Saturnusê.

Mijarên têkildar

biguhêre

Pêşbînî ya Mirina Kronosê

biguhêre

Bavê Kronosê Ûranos desthilatdarekî zalim bû. Her kes ji wî ditirsiya tenê Kronosê karî hemberê wî de serî rake. Dêya Kronosê ji bo serê rakirina wî gelek kêfxweş bû û planek çêkirin. Gaîa mengaxek mezin da destê Kronosê û wî di nav xwe de weşart. Çaxê Ûranos ji bo keyfa xwe nêzîkê Gaîayê bû, Kronos derket pê mengaxê gunê Ûranosê birî.

Xwîna ji bedena Ûranosê derketî hemû binax bû. Di nav wan de hin cureyên mexlukatên mîtolojîk derketin. Yek ji wan jî Afrodîtêyê bû. [1]

Soxîyê bavê Kronos ji destê Kronosê hatibû kuştin. Kehanet ango pêşbînî ew bû ku qedera Kronosê jî wek bavê xwe be.

Bavê wî Ûranos , xwişk û birayên wê hemû di zikê diya wî Gaîayê ve heps kir bû. Kronos bi kuştina bavê xwe, xwişk û birayên xwe azad kir. Xwişka xwe Rea yê ra zewicî.

Zewaca Rea û Kronosê da Hadês, Posîdon, Hêra, Hestîa, Dêmêtêr hate dinê . Lê ji ber ku pêşbînî pêk neyê Kronos wan hemûyan hêj ji dayîkbûna wan da xwar û wan heps kire nav zikê xwe. Heya Rea, Zeusê ra avis bû, ew rewş wisa dewam kir.

Rea ducanî ya xwe ya Zeusê ra reviya girava Krîtê û xwe weşart. Li gorî Hêsîodosê ciyê dayikbûna Zeusê Lyktos an jî Çiyayê Dikte an jî Çiyayên Îdayê ye. Zeus hate dinê. Rea Kuret(rih)an alîkarî xwest. Kuretên ji bo alîkarîya wê dans kirin , Kronos hişê xwe winda kir. Rea ji ber Zeusê kevirekî da Kronos , Kronos vê kevirê carekî da xwar. Rea jî kurê xwe Zeusê da bizina Amaltheiayê. Ew bizin binemaliya Helîosê hatibû.[2]

 
Rhea kevirê dide Kronosê - Karl Friedrich Schinkel (p.z.19ss.)

Zeus giha çaxên xwe yên mêranî.Textê ji destê bavê xwe stand. Pêşbînî u kehanet di dawiyê da cih hat. Gaîa xwişk û birayên Zeusê azad kir. Navbera Xwedawendên Olîmpî (Zeus û xwişk û birayên wî) û Tîtanan (Kronos û xwişk û birayên wî) de şerekî dest pê kir. Navê wî şerê Şerê tîtanan bû.[3]Di dawiyê da Kronos têk çu. Titan pir mîras hiştin û hatin sirgûn kirin. Dema desthilatdariya Zeus û Xwedawendên Olîmpî destpêkir.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Teogonîa - Hêsîodos
  2. ^ Stephen p. Kershaw- mîtolojiya yewnanî /rûpela 49
  3. ^ Stephen p. Kershaw- mîtolojiya yewnanî /rûpela 51
  NODES
Done 1