Mor Gabrîel (bi suryanî ܕܝܪܐ ܕܡܪܝ ܓܒܪܐܝܠ) yek ji keşîşxaneyên herî kevn ên xristiyanetiyê ye û li nêza bajarê Midyatê di parêzgeha Mêrdînê de radiweste. Ji bo suryaniyên ortodoks cihekî pîroz e û lewra wek navenda olî ya suryaniyan tê nasîn.

Mor Gabrîel
  • Dêr
  • mîrat Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°19′18″Bk 41°32′19″Rh / 37.32178°Bk 41.5385°Rh / 37.32178; 41.5385
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Malperwww.morgabriel.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Wêneyek ji Mor Gabrîelê

Bi cih bûn

biguhêre

Keşîşxaneya Mor Gabrîel li basûr-rojhilata Mîdyadê disekine û ji wê 20 km dûr e. Ew li Tûr Abdînê (li welatê suryaniyan) radiweste û îro li bajarê [Mîdyad]ê li navceya Mêrdînê di nav sînorên Tirkiye de ye.

 
Dîmenek ji Mor Gabrîel

Tê gotin ku di sedsala 7an de navê xwe yê îro stend. Gabrîel navê metranekî pîroz e, lewra navê Mor Gabrîel (Gabrîelê Pîroz) hatiye lêkirin. Gabrîelê Pîroz ji sala 634an heta 668an li wê derê jiyaye.

Navê keşîşxaneya bi tirkî Deyrulumur Manastiri wek Keşîşxaneya Qartmîn jî tê bi nav kirin, ji ber ku nêza gundê Qartmîn (bi tirkî Yayvantepe) e. Ew gund berê gundekî suryanî bû, lê îro misilman. Herwiha, navekî din (ê bi suryanî) jî Dayro d-’umro ye û ji bo hemî keşîşxaneyan tê bikaranîn.

Mor Gabrîel tê gotin ku di sala 397 ji aliyê Shmuel (Samuel) û ji sagirtê wî Samûn (Simon) ve hatiye damezrandin. Giringiya wê hertim meztir bûye û di sedsala 6an de nêzî 1000 keşîş ên herêmê û yên koptîk tê de dijiyane. Ji sala 615an heta 1049an ev der wek navenda metran hatiye bikaranîn. Yek ji wan metranan jî Mor Gabriel bûye (ji sala 634an heta 668an delamet xebitandiye). Di sedsala 7êmîn de navê wî bû yê keşîşxanê.

Mor Gabrîel ji berê ve ji xristiyanên suryanî re navendeka olî ye û lewra pir girîng e. Berê yek ji pirtûkxaneya herî girîng a suryaniyan li vir dihat mesandin, lê îro tistek ji ew pirtukxanê nemaye. Bi tenê hinek manûskrîptên destnivîsî sax man û îro di Pirtûkxaneya Brîtanî de (di British Library de) tê vesartin. Dibistana Mor Gabrîel jî gelek nas bû. Tê gotin ku di perwerdehiya teogojiyê ya herî girîng a herêmê li wir dihat dayîn. Gelek rewanî û zanistvanên bilind li wir hatin perwerdekirin:

 
Nivîsên suryanî li ser dêriya Mor Gabrîel
  • 4 patrik
  • Katolîkosek
  • û 84 metran.

Navekî nas ê ku li Mor Gabrîel hate perwerde kirin Mor Fîloksenosê Mabûg (Philoxenos of Mabug) (m. 523), dijminekî kalkedonîzmê. Gotineka wî wiha ye û giringbûna Mor Gabrîel tîne pês cavan:

Yê ku heft caran bi namûs û rûmet ser li keşîşxaneyê ku ji aliyê melekan ve hatiye avakirin, wê xizmetekî mîna ku Orselîmê ziyaret kiribe pêk bîne."

Mor Gabrîel di sala 1919an de dîsa kete dest suryaniyan û heta wê demê ji destê wan hatibû stendin. Di sala 1950an de xebatên renovasyonê hatin destpêkirin. Di sala 1980an de semînerek ji bo gihandina rahîbên katolîk hate vekirin, lê ew di sala 1980an ve ji aliyê dewleta tirk ve dîsa hate qedexekirin û girtin. Pistrev sebekeyên ceyran û avê hatin damezrandin û rêyek ku digihêje Mor gabrîelê hate cêkirin. Herwiha, dîwarek jî li derdora baxcê hate avakirin.

Îro suryanî li Tûr Abdînê him ji aliyê etnîk him jî ji aliyê olî ekatiyeteke bicûk in. Lewra Mor Gabrîel navenda civakî û olî yên suryaniyan e û wek ziyaretgeh tê ziyaretkirin. Di sala 2007an de ji mitran pêtir sê keşîş, nêzî 15 rahîbe, 40 sagirt, sê malbatên mamosteyan û hinek karker di nav diwarên Mor Gabrîelê dijiyan.

 
Mor Gabriel

Agahiyên din

biguhêre

Di sala 2007an de serokê keşîşxaneya Mor Yakûbê Daniel Savci hate revandin û du roj bi sundê hat azad kirin.[1]

Di sala 2008an de ji aliyê sê gundên Kurdan ve doz li hemberî keşîşxaneya Mor Gabrîel hat vekirin. Ew kurd dibêjin ku xwediyên keşîşxaneyê bê destûr xwe li wê derê bi cih kirine.[2] Heger gundên kurd di vê dozê de serbievin wê keşîşxane ji destê suryaniyan were stendin û betal kirin. Ewê bibe sedema tunebûna navenda suryaniyane.[3] Partiya AKP alîkariyê gundên kurd yên ku li hemberî keşîşxaneyê doz vekirine dike û bi wî awayî li êrîsên hûqûqî li hemberî suryaniyan destek dike. Yekîtiya Ewropayê balyozan wek muşahîd sand da ku ewan dawê bişopînin.[4][5]

Serokên keşîşxaneya Mor Gabrîelê

biguhêre

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre
  NODES
todo 1