Partiya Gel a Komarî

Partiya siyasî li Tirkiyeyê

Partiya Gel a Komarî yan jî bi kurtasî CHP (bi tirkî: Cumhuriyet Halk Partisi), partiyeke siyasî ye ku di 9ê îlona sala 1923an de di bin serokatiya Mustafa Kemal Atatürk de hatiye damezrandin û li Tirkiyê xebatên siyasî dimeşîne. CHP yekem partî ya Komara Tirk e bi despêka damezrandina Komara Tirkiyeyê re hatiye demazirandin. Li gorî rêziknameya partiyê, kurteya partiyê ya fermî "CHP" ye û sembola partiyê şeş tîr e. CHP di roja îro de bi 134 parlamenteran li Meclîsa Tirkiyeyê de mixalefeta sereke ya Tirkiyê temsîl dike.

Partiya Gel a Komarî
Cumhuriyet Halk Partisi
KurteCHP
SerokÖzgür Özel
Sekreterê giştîSelin Sayek Böke
AxaftvanDeniz Yücel
AvakarMustafa Kemal Atatürk
Damezrandin9ê îlonê 1923(1923-09-09) (Damezrandina ewil) 9ê îlonê 1992(1992-09-09) (Damezrandina 2yemîn)
Qedexekirin16ê çiriya pêşîn 1981(1981-10-16) (heta damezrandina 2yemîn)
SergehÇankaya, Enqerê
Baskê ciwananBaskên Ciwanan ya CHPê
Baskê jinanBaskên Jinan ya CHPê
Endam  (2022)1.330.611
Îdeolojî
Helwesta siyasîÇepê Navendî
Alîgirên neteweyîTifaqê Miletê
Alîgirên ewropayêPartiya Sosyalîst a Ewropayê
Alîgirên navneteweyîEnternasyonalê Sosyalîst
Reng     Sor
Dirûşm"Ji bo hemû kesan CHP!"
Parlamen
135 / 600
Şaredariyan Bajarê mezin
11 / 30
Şaredariyan Parêzgeh
10 / 51
Şaredariyan Navçeyê
177 / 922
Şaredariyan Şar
50 / 387
Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin
662 / 2591
Endamên Meclîsa Parêzgeh ya Giştî
182 / 1251
Endamên Meclîsa Şaredarî
4638 / 20.498
Alaya partiyê
Alayê Partiyê
Malper
Cumhuriyet Halk Partisi (Tirkî)

CHP partiyeke siyasî ya çepgir a navendî ye ku nêrînên Kemalîzmê û sosyal demokratiyê dipejirîne. Li gel van nêrînên ku di rêzikname û bernameya partiyê de hatine diyarkirin, meylên sosyalîst ên demokratîk û sosyal azadîxwaz jî di nav xwe de vedihewîne.[1] Partiya Gel a Komarî ku xwedî taybetmendiyên damezrîner û yekemîn partiya siyasî ya qanûnî ya Komara Tirkiyeyê ye, ji sala 1923 heta 1950 bi berdewamî li ser desthilatdariyê maye û bi giştî heta sala 1946an desthilatdariyeke yekpartî pêk aniye.

Di destpêka partiya berê ku Atatürk damezrandibû wekî berdewamiya Komela Parastina Mafên Anatolya û Rumelyayê bi navê "Partiya Gel", di 10ê mijdara sala 1924an de peyva Cumhuriyet ku tê wateya komarê li navê CHPê hate zêdekirin û di kongreya 4emîn a sala 1935an de biryar hat dayîn ku li şûna peyva halk fıkrası' ku tê wateya fiqreya gel û peyva ku bi cîhana derve re lihevhatîtir be, were tercîhkirin, navê CHP wekê "Partiya Gel a Komarî" hatiye qebûlkirin.[2][3]

Piştî Derbeya 12ê îlonê, Partiya Gel a Komarî ku wê demê Bülent Ecevit serokê wê partiyê bû partî hatiye qewînkirin. Piştre jî li ser zagona jimare 3821ê de di 9ê îlona sala 1992an de di 69emîn salvegera damezrandina xwe de ji nû ve hat vekirin.[4]

Ji 22ê gulana sala 2010an vir ve serokê giştî ya CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye.

Damezrandin

biguhêre

Cara yekem li Sêwasê ji aliyê Atatürk ve bi beşdariya hinek endamên kadroyên berê yên Îttîhatî ve CHP bi awayekê fermî dertê holê. Di Kongreya Sêwasê ya ku di ku 4-11ê îlona sala 1919an de hate lidarxistin û wek 1emîn Kongreya CHPê jî hat qebûlkirin.[5]

Di hilbijartina ku di 28ê hezîrana sala 1923an de pêk hat ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê ji xeynî wekîlek hemû wekîlên meclisa ji lîsteyên CHPê hatine hilbijartin.[6]

Di hilbijartinên 14'ê kewçêrê 1973'î de CHP biserdikeve û dema "Karaoğlan – lawikê reş" destpêdike. Tirkiye seranser di nava şerên navxweyî de bû. Ji aliyekê ve sosyalîst û komûnistan bi rastgîran û hêzên ewlekariyê re şerdikirin, ji aliyekê ve jî gelê Kurd doza mafên xwe dikir. Ecevit diviyabû zirav tevbigere. Heger bi devkî xwe nedaba aliyê çepa navendê dikaribû sosyalîst biserbikevin. Ji nişka ve CHPê di bin serokatiya Ecevit de polîtîkayên çepgîr bilêvkirin. Ecevit wekî lehengekê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin. Hemî hêzên mihalefetê ku Kurd jî di nav de, pesnê Ecevit û CHPê dan û alîkariya wê kirin. Heya destdanîna li ser desthilatdariyê ya leşkeran di 1980'î de Tirkiyê xwe bi vî awayî ji xetereyan parast.

CHP a îro

biguhêre

Di hilbijartinên 3'ê sermawezê 2002'î de CHP bû oppozîsyon. Di bin serokatiya Deniz Baykal de li dijî hikûmeta îslamîstên navendê ango li dijî AKPê di parlamenê de pêşbirka desthilatiyê de ne. Nêrînên rastgîr bilêvdike. CHP a îro li dijî mafên Kurdan e û Kurdperweran wekî "dijmin" binavdike. Herwekî li dijî YE û hin daxwazên DYAyê tevdigere û polîtîkayên dema Şerê sar dimeşîne. Xwe wekî "Kemalîst, neteweperest" binavdike.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "SON DAKİKA Haberleri - En Son Flaş Haberler, Bugünün SonDakika Haberleri Milliyet'te". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 adar 2023.
  2. ^ "CHP Tarihi". web.archive.org. 22 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 4 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 18 tebax 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 tebax 2021. Roja gihiştinê 4 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "CHP Tarihi". web.archive.org. 26 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 4 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "CHP Tarihi". web.archive.org. 26 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 4 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 19 çiriya paşîn 2012. Ji orîjînalê (PDF) di 19 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 adar 2023.
  NODES