Yirik an jî Yewrik (bi tirkî: Yörükler; yewnanî: Γιουρούκοι, Youroúkoi; bulgarî: юруци; makedonî: Јуруци, Juruci), komekî etnîkî ya tirkan e ku bi eslê xwe oxizî ne,[5] hinek ji wan barkiran in ku di serî li çiyayên Anatolyayê û beşek jî li nîvgirava Balkanê jiyan kirine.[6] Yirikên Balkanê li herêmek berfireh jiyan dikin ku ji rojhilatê Makedonyaya Bakur, beşên Bulgaristanê, ji bakur heya bajarê Larissa li Tesalyayê û başûrê Trakyayê cîhên xwe belav bûne.[7] Navê wan ji lêkera tirkî yürük (yürümek) ku tê maneya "meşin" ê, bi peyva yörük an yürük tê wateya yên kesên an komên ku li ser lingan dimeşin.[8] Yirik di bin sancaqa Yirik de bûn, (tirkî: Yörük Sancağı) ku ne wek sancaqên din yekîneyeke rûerdî bû lê yekîneyeke rêxistinî ya cuda ya împeratoriya Osmanî bû.[9]

Yirik
Gundekî yirik ku di sedsala 15an vir ve heye, xaniyên kevneşopî yên tirkan dibînî.
Gelhe tevahî
 Tirkiye > 1.000.000[1][2]
 Makedonyaya Bakur 4.000[3]
 Bulgaristan 1.000[4]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Anatolya û Balkan
Ziman
Tirkî (Bi gelemperî, cûdahiya devokên ji axivên zaraveyên yirikî li dijiya tirkiya Anatolyayê heye)
Kurdî (Yirikên ku li beşên Kurdistanê dijî)
Erebî (Bi piranî yirikên ku li welatên ereb dijî)
Azerbaycanî (Bi taybetî Yirikên ku li erdnîgariya Azerbaycana Îranê dijî)
Farisî (Yirikên ku li Îranê dijî)
Baweriya dînî
Îslam (Sunîtî û Elewîtî)
Têkildarên komên etnîkî
Tirkoman û gelên tirkî a din

Li gorî hinekan ji wan eşîrên ku li rojhilatê çemê Qoserê bi cîh bûne re tirkmen dibêjin û yên li rojava jî dibêjin Yirik. Di çavkaniyên osmanî de ji bo tirkmenên dulkadirî yên li Gurgumê û derdora wê dijîn, her du têgeh bi hev re hatine bikaranîn.[10] Têgînên etnodîrokî yên tirkoman û tirkmen di wêjeyê de ji bo destnîşankirina bav û kalên yirikan bi hevwate têne bikar anîn.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Roberts, Thomas Duval; Studies, American University (Washington, D. C. ) Foreign Area (1970). Area Handbook for the Republic of Turkey (bi îngilîzî). U.S. Government Printing Office.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ Thevenin, Michaël (23 çiriya paşîn 2011). "Kurdish Transhumance: Pastoral practices in South-east Turkey". Pastoralism: Research, Policy and Practice. 1 (1): 23. doi:10.1186/2041-7136-1-23. ISSN 2041-7136.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  3. ^ Project, Joshua. "Yoruk in North Macedonia". joshuaproject.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
  4. ^ Project, Joshua. "Yoruk in Bulgaria". joshuaproject.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
  5. ^ "Cahit GELEKÇİ-TÜRK KÜLTÜRÜNDE OĞUZ-TÜRKMEN-YÖRÜK KAVRAMLARI". turkoloji.cu.edu.tr. Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
  6. ^ Georgoudis, A.; Rosati, A.; Mosconi, C. (2 tebax 2005). Animal production and natural resources utilisation in the Mediterranean mountain areas (bi îngilîzî). Wageningen Academic Publishers. ISBN 978-90-8686-561-1.
  7. ^ Europa Ethnica (bi almanî). W. Braumüller. 1984.
  8. ^ "Definition of YURUK". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
  9. ^ Matkovski, Aleksandar (1983). Otpor na Makedonija vo vremeto na turskoto vladeenje (bi makedonî). Misla.
  10. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 2 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 hezîran 2023.
  NODES
Project 4